Li bajarê Mûsê ji ber barîna berfê dibistanan rojekî tatîl kirin

30 March 2023 21:58 0 dîtin
Li bajarê Mûsê ji ber barîna berfê dibistanan rojekî tatîl kirin

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li parêzgeha bajarê Mûşê, ji ber barîna berfa zêde û sermayê temamê dibistanên bajêr û navçên wê ji bo roja înê tatîl kirin. Kesên ku zarokên wan di dibistanên seretayî û navendî de dixwînin, eger dê û bavê wan xebatkarê dewletê bin, yek ji wan dikare ji bo li zaroka xwe binêre ji îdara xwe îznê bistîne.

Xebatkarên di dezgeyên dewletê de, eger asteng bin an jinên xebatkar bi hemil bin, wê rojekî îzna îdarî bidin wan.