Li Ixdirê bi molotofê êrîsê ser saxa AK Partiyê kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê (Iğdır) bi molotofê êrîşê ser şaxa AK Partiyê kirin lê birîndarî û mirin nebû. Li ser bûyerê 2 gumanbar hatin girtin û kesekî ji wan lê digerin. Piştî êrîşê kamerayên ewlehiyê tên kontrolkirin.
Bûyer, êvarê seet di 19.00an de li taxa Bağlarê çêbû. Kesên çûn ber baregeha AK Partiyê, bi maske bûn. Xwestin bikevin avahiyê lê derî bi miftê hatibû girtin. Gumanbar ji ciyê bûyerê reviyan. Di avahiyê de xesar çêbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin