Hevserokê DEM Partiyê yê saxa Sernexê hate desteserkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Hevserokê parêzgeha Şirnexê yê Partiya DEMê Abdullah Gungen û komek endamên partiyê hatine desteserkirin.
Li Şirnexê ku ji bo Hilbijartina Herêmî dengdanê di 07:00ê sibehê de destpê kir, sandoq hatin girtin û hejmartina dengan dest pê kir.
Li bajarê ku namzedê AK Partiyê Mehmet Yarka serkeftina xwe ragihand, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) îtîraz kirin ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin û personelên ewlehiyê yên ku ji derve hatine di nava rojê de deng dane.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê danê êvarê avêtine ser avahiya DEM Partiyê ya Şernexê.
Hate hînbûn ku di serdegirtina avahiyê de Abdullah Gungen û komek rêveberên partiyê hatine desteserkirin.
Hate diyarkirin ku rêya ku diçe avahiya rêxistina parêzgehê ya DEM Partiyê hatiye girtin û alozî derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin