Pistî HUDAPARê partiyên çepên Tirk jî pistgirîya xwe bo êrîsên Hemasê ragihandin!
PeyamaKurd – Piştî êrîşa berfireh a çekdarên Hemasê bi ser niştîngehên Îsraîlê û kuştina bi sedan sivîlên îsraîlî Partiya Doza Azad (HUDAPAR) banga piştgirîyê bo Filîstînê kiribû û li bajarê Diyarbekir jî xwepêşandaneke piştevaniyê hatibû lidarxistin.
Serokê HUDAPARê Zekerya Yapicioglu jî bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe bo êrîşên Hemasê û Filîstînê eşkere kir.
Partiyên çepên Tirk ên di nav tifaqa HDPê de jî cî digrin piştgiriya xwe bo operasyona xwînî ya Hemasê û Filîstînê nîşan dan.
Di daxuyaniyên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) û Partiya Kedê (EMEP) de, hatiye ragihandin ku ew piştevaniya gelê Filîstînê dikin û êrîşên Îsraîlê yên bersivdana operasyona Hemasê hatin şermezarkirin.
TKPê jî bi awayekî eşkere piştgirî da êrîşên Hemasê yên ser sivîlan ku bi sedan kesên bêguneh hatibûn qetilkirin û got, ew çalakiyên meşrû ne.
Dîsa Partiya SOL a Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe de dibêje, berpirsê şer siyonîzm û piştevanên emperyalizma Amerîkayê ne û piştgiriya xwe bo Hemasê radigihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin