Wê HDP pistî partiyên Tirk serdana partiyên Kurdan jî bike

09 February 2021 16:55 0 dîtin
Wê HDP pistî partiyên Tirk serdana partiyên Kurdan jî bike

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyayek bi navê “Edalet Ji Bo Herkesî” daye destpêkirin, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî kampanyaya xwe ji raya giştî re radigîne.

Hat ragihandin ku Hevserokên HDPê li Diyarbekirê bi beşdariya sazî û komeleyên ziman wê daxuyanîyeke hevpar bidin û banga edaletê ji bo zimanê zikmakî jî bikin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay ji K24ê re daye xuyakirin ku piştî hevdîtinên ligel partiyên opozîsyona Tirkiyê ew dê plansaziyekê çêbikin û serdana partiyên Kurd jî bikin.

Gunay li ser mijarê gotiye, “Em bi tevahî partiyên muxalefetê yên Tirkiyeye re hevdîtinan pêk tînin. Di wî aliyê de em tu cudahî naxin navbera partiyên muxalefetê. Li Kurdistanê tifaqeke me ya bi partiyên Kurdan re heye. Em bi wan re rêheval in, têkoşînek hevpar dimeşînin. Di wî aliyî de ji bo hevdîtina wan partiyan tu pirsgirêkeke me nîne, em ê di rojên pêş de plansaziyekê di vê çarçoveyê de bikin. Em tu cudahîyê naxin, îtifaqeke me ya Kurdistanî heye. Di rojên pêş da em ê plansazîyê çêkin.”