Hevserokên HDPê Sancar û Buldan li navenda CHPê bi Kiliçdaroglu re civiyan
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar di çarçoveya serdanên xwe yên partiyên opozîsyona Tirkiyê de, îro Sêşemê serdana navenda CHPê li Enqerê kirin û ligel Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re civiyan.
Piştî hevdîtinê Kiliçdaroglu, Sancar û Buldan civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo serdanê spasiya hevserokên HDPê kir û got, ew li ser mijar û pirsgirêkên sereke yên li Tirkiyê axivîne û diyar kir, ev serdan û civîn ji bo wan gelek girîng e.
Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî spasiya CHPê kir û got, li Tirkiyê krîza rêvebirinê heye û divê ew vê kêşeyê çareser bikin û di heman demê de pergalek nû bînin Tirkiyê û diyar kir, di bin daxwaza wan a hilbijartina pêşwêxt de krîza rêvebirinê heye û divê ew bi rêya diyalog, muzakere û şêwiran aştiya civakî ava bikin.
Pervîn Bûldan jî got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi têgihiştin û rêveberiyê nû heye. Û bi biryara hilbijartinên pêşwext Tirkiye dê teqez rêveberiyeke nû û feraseteke nû bibîne. Me pêşniyaza xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext jî pêşkêşî Serokê birêz Kiliçdaroglu kir. Helbet dê di nav xwe de bişêwirin û di zûtirîn demê de nêrînên xwe ji me re ragihînin. Careke din spasiya Serokayetiya rêzdar û şanda pê re dikim ku me qebûl kirin û nêrînên xwe yên girîng bi me re parve kirin. Ev serdan dê di rojên pêş de jî berdewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin