Buldan û Sancar Mesa HDPê ya Enqerê bi mudaxeleyên polîsan re dan destpêkirin

15 June 2020 14:55 0 dîtin
Buldan û Sancar Mesa HDPê ya Enqerê bi mudaxeleyên polîsan re dan destpêkirin

PeyamaKurd – Meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji du milan ve ji bajarê Edirne yê Tirkiyê û ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, tevî astengî û mudaxeleya polîsan îro 15ê Hezîranê ber bi Enqerê ve hat destpêkirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ji Edirneyê ve Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî ji milê Colemêrgê û Wanê ve îro 15ê Hezîranê meşa xwe ya ber bi Enqerê ku piştî xistina parlamentariya Leyla Guven û Musa Farisoglu biryar hatibû dayîn, dan destpêkirin.

Rêveber û parlamenterên HDPê ji bo li Edîrneyê “Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Darbeyê” ya milê rojavayê Tirkiyê bidin destpêkirin li ber Navenda Danûstendinê ya Sîlîvrî kom bûn. Polîsan mudaxileyî HDP’iyan kom bûbûn kir. Polîsan bi tund mudaxile kir û gelek kesa hatin binçavkirin. 

Polîsan avahiyên HDPê yên bajar û navçeyan ku amadekariya meşê dikirin dorpêç kirin û astengî li ber HDPiyan derxistin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar ku ji milê Colemêrgê ve dest bi meşê kir got ku ev meşa wan ji bo edalet û çareserkirina pirsa kurd e. 

Herwiha ji milê Edirneyê ve jî meşa HDPê rastî mudaxeleya polîsan hat û hejmarek kes hatin binçavkirin.

Pervîn Buldan ku meşa ji Edirneyê da destpêkirin da xuyakirin ku ew dê ligel astengiyan jî meşa xwe berdewam bikin û wiha got: “Meşa me ji bo gelên Tirkiyê ye. Heta aştî, azadî û demokrasî were vî welatî wê meşa me berdewam bike.”