Roj û dema serdana Kilicdaroglu ya HDPê diyar bû: Wê bi Buldan û Sancar re bicive
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, ji bo wergirtina piştgiriyê wê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bike.
Hat ragihandin ku Kemal Kiliçdaroglû daxwaza hevdîtinê li HDPê kiriye û HDPê jî ev daxwaz nirxandine û ji bo hevdîtinê 18ê Adarê roja şemiyê diyar kiriye.
Li gorî zanyariyan wê Kilicdaroglu 18ê Adarê li demjimêr 13.00 li Enqereyê biçe Navenda Giştî ya HDPê û bi hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan re bicive.
Piştî ku namzediya Kilicdaroglu di 10ê Adarê de hatibû eşkerekirin, HDPê ragihandibû ku ew dê derxistina namzedê serokomariyê yê partiya xwe ji nû ve binirxînin û ew li benda hevdîtina namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ne daku ligel wî li ser prensîban gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin