Sanda HDPê li navenda CHPê serdana Kilicdaroglu kir

26 August 2019 17:47 0 dîtin
Sanda HDPê li navenda CHPê serdana Kilicdaroglu kir

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyê ji HDPê Mithat Sancar û Wekîla Serokê Koma HDPê Fatma Kurtulan îro li Enqerê çûn serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.

Li gorî daxuyaniya HDPê di hevdîtina ku li Navenda Giştî ya CHPê hatiye kirin de, bi şanda CHPê re li ser Derbeya Qeyûm, tifaqa demokrasiyê û reforma darazê jî tê de li ser gelek mijaran gotûbêj hatine kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku herdu aliyan jî di destdanîna ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê de, hevnêrîn bûne ku derbeyeke siyasî hatiye kirin.

HDPê da xuyakirin ku hevdîtin berhemdar derbas bûye û danûstandina ji bo her pirsên welat wergirtina şêwra hevdu hêja ye.