Sanda HDPê serdana Lubnanê kir: Pirsa Kurd û Filiîstînê gotûbêj kirin

22 June 2022 18:38 0 dîtin
Sanda HDPê serdana Lubnanê kir: Pirsa Kurd û Filiîstînê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji alîkarên hevserokên giştî yên partiyê pêk dihat serdana Lubnanê kir.

HDP)ê îro 22yê Hezîranê eşkere kir, şandeke wan a ji alîkarên hevserokên giştî yên partiyê Garo Paylan û Yulay Hatimogullari pêk dihat serdana Beyruta paytexta Lubnanê kiriye û bi hejmarek siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên Lubnanî re civiyaye.

HDPê diyar kir, di civînê de li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye, Lubnan, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur gotûbêj hatine kirin û berpirsên HDPê Paylan û Hatimogullari nêrînên xwe pêşkêş kirine.

Di daxuyaniya HDPê de wiha hat gotin: “Di civînê de rûbirûbûnên li Suriyê û rola AKPê ya di şer de, bêkariya li welatên navçeyê, hejarî koç û bi taybetî  pêşhatên dawî yên li Lubnanê, pirsa Kurd û Filîstînê ji mijarên sereke yên civînê ûn. Di civînê tekeziya hevkarî û hevbeşiyê ji bo rûbrûbûna krîz û pirsgirêkan hatiye kirin.”