Sanda Herêma Kurdistanê ji bo pirsa neftê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Wezîrê nefta Iraqê Samîr Xezban ragihand ku şande Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijara pirsa neftê serdana Bexdayê dike.
Samîr Xezban bi daxuyaniyekê ragihand, Iraq pabendî biryarên kêmkirina berhemanîna neftê dibe û ji roja 01.05.2020 ve 22.8%ê hinardekirina neftê wê kêm bike.
Xezban got, kêmkirina berhemanîna neftê ji bo bilindkirina nirxê neftê ye, ku ji ber vîrusa korona nirxê her bermîla nefta cîhanî niha bûye 30 dolar.
Wezîrê Nefta Iraqê da xuyakirin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa neftê bi rayedarên Iraqê re guftûgo bike, serdana Bexdayê dike, lê dema serdanê eşkere nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin