Sanda AKPê ya parlamenê serdana HDPê kir

24 June 2020 19:29 0 dîtin
Sanda AKPê ya parlamenê serdana HDPê kir

PeyamaKurd – Şanda AK Partiyê ya Parlamena Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina yasaya derbarê baroyên parêzeran de serdana HDPê kir.

Şanda AKPê ya ku ji wekîlên serokê koma AKPê Cahît Ozkan û Bulent Turan  pêk dihat îro 24ê Hezîranê li parlamentoyê bi wekîlên serokê koma HDPê li parlamenê, Saruhan Uluç, Meral Daniş Beştaş û Abdullah Koç û Zuleyha Gulum re civiya.

AKP piştî meşa serokên baroyên bajarên Tirkiyê ku ji bo protestokirina projeyasaya AKPê ber bi Enqerê ve meşiyan, dest bi hevdîtinên partiyên opozîsyonê kir.

Şanda AKPê piştî civînên ligel berpirsên CHP û Îyî Partiyê serdana HDPê jî kir û bi berpirsên HDPê re li ser wê yasayê hevdîtin pêk anî.

Li gorî projeyasaya hikûmeta AKPê, wê hilbijartinên baroyan bên guhertin û li bajarên ku hejmara parêzeran 5 hezaran zêdetir be, baroyeke din jî hebe ku ji bo her 2 hezar parêzaran baroyên nû dikarin bên avakirin.

Serokên baroyên Tirkiyê bi sedema ku parçebûnê tîne û deshilatî xwe li ser parêzeran û baroyan ferz dike, projeyasaya hikûmeta AKP-MHPê red dikin.