HDPê bersiv da pêsniyara Orhan Mîroglu ya bo serdana AKPê

06 November 2022 17:20 0 dîtin
HDPê bersiv da pêsniyara Orhan Mîroglu ya bo serdana AKPê

PeyamaKurd – Şandeke AK Partiyê ya bi seroktiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, di çarçoveya piştgirî wergirtina bo projeyasaya guhertina destûrê ya laçikê de, roja 2yê Mijdarê piştî çend salan cara ewil serdana Navenda Giştî ya HDPê kiribû.

Endamê Desteya Navendî yê AKPê û parlamentarê berê Orhan Mîroglu, li ser vê serdanê di bernameyeke televizyonê de pêşniyar li HDPê kiribû û gotibû, “Derfetek bi vê serdanê hatiye ber HDPê û bila vê carê wê derfetê ji dest nede.”

Li ser nirxandinên Mîroglu, Wekîla Koma HDPê di parlamentoyê de Meral Daniş Beştaş bersiv da û got, “Niha ti derfetek derneketiye, tenê serdanek heye.”

Herwiha Beştaş daye xuyakirin ku nabe mafên bingehîn ên mirovan bibin mijara referandûmê û diyar kiriye, niha li ser piştevanîkirin û nekirina projeyasaya laçikê partiya wan biryarek nedaye û nîqaşên wan berdewam dikin.