Hemasê bersiv da pêsniyara Îsraîlê: Em erênî nêzîk dibin

01 June 2024 09:53 0 dîtin
Hemasê bersiv da pêsniyara Îsraîlê: Em erênî nêzîk dibin

PeyamaKurd - Hemasê ragihand ku ew bi erênî nêzîkî peymana aştiyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ve ji raya giştî re hate ragihand dibe.

Duh Serokê DYAyê Joe Bîden ragihand ku Îsraîlê pêşniyara peymaneke aştiyê ya ku ji sê qonaxan pêk tê amade kiriye û ji Hemasê xwest ku vê pêşniyara baş pesend bike.

Di pêşniyara ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye amadekirin de dabînkirina agirbesta mayînde, vekişîna hêzên leşkerî yên Îsraîlê ya ji Xêza Xezzeyê, ji nû ve avakirina Xezzeyê û pevguhertina dîl û girtiyan dihundurîne.

Hemas: Em ê bersiveke avaker û erênî bidin

Hemasê di derbarê pêşniyara nû ya Îsraîlê ku ji 3 qonaxan pêk tê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew bi erênî nêzîkî xalên peymana aştiyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye pêşniyarkirin dibin û wiha hate gotin:

"Ev helwesta DYA û daxwaza qada navneteweyî û herêmî ya ku bi dawîkirina şerê li Xezeyê ferz dibîne, encama îradeya efsanewî ya gelê me û lehengên hêzên berxwedanê ye."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Hemas, wê bersiveke avaker û erênî bide her pêşniyareke ku li ser bingeha "agirbesta mayînde, vekişîna tam a artêşa Îsraîlê ya ji Xezzeyê, jinûveavakirina Xezzeyê, vegera koçberan a li malên xwe û pevguhertina dîl û girtiyan a rasteqîn.

Joe Biden ragihandibû

Duh, Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku Îsraîl pêşniyara peymana agirbesta mayînde ya ku ji 3 qonaxan pêk tê pêşkêş kiriye û di derbarê qonaxan de got ku "di qonaxa yekem de Îsraîl wê ji Xezzeyê vekişe û di heyama agirbesta 6 hefteyan de wê hinek dîl û girtiyên di destê aliyan de serbest bêne berdan."

Biden da zanîn ku jinûve avakirina Xezzeyê û pêwîstiyên din jî wê di qonaxên dûre de pêk bên.