Îsraîlê bersiva mosekbarana Hemasê da: Tugaya Izedin Qesam hat bombebaran kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê binkeyên Hemasê yên li Xezeyê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Îsraîlê li dijî binkeyên leşkerî yên Tugaya Izedîn El Qesam a Hemasê yên bajarê Xan Yûnis ên dikevin başûrê Xezeyê li ser hev çend êrîş pêk anîn.
Medya Îsraîlê ragihandiye ku ew êrîş wekî bersiva avêtina moşekên Hemasê bi ser aliyê Îsraîlê de pêk hatiye û derbarê ziyanên êrîşên balafiran de hurgilî nehatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin