Akar pirsên HDPê yên li ser îdiaya li dijî PKKê çekên kîmyewî hatine bikaranîn bersivandin
PeyamaKurd – Hulusî Akar da zanîn, wan ji bo lêkolînkirina îdiayên ku dibêjin di operasyonên li dijî PKKê de çekên kîmyayî hatine bikaranîn şandek şandiye.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di çarçoveya nîqaşên budçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê de, pirsên wekîlên HDPê yên li ser îdiaya ku di operasyonên li dijî PKKê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn bersivand.
Akar got, "Em ne li dij in ku hûn pirsan bikin. Pêşdarazî û biryar ne pirsek, biryarek e. Dibêjin 'Hêzên Çekdar ên Tirk çekên kîmyewî bikar anîne' û biryar tê dayîn. Em biaxivin, nîqaş bikin, bicivin, rave bikin. Em cara yekem li vir rave dikin. Tevî her tiştî jî di 24ê Mijdarê de me komîteyek ava kir, eger hebe ew komîte çû û lêkolîn û pîvandin kir. Ew dane laboratuarek Wezareta Tenduristiyê û derket holê, bi tu awayî di nav wan de kîmyewî tune ye."
ÇI QEWIMÎ?
Di hin vîdeoyên herî dawî ji alî PKKê ve hatin parvekirin de hat îdiakirin, Hêzên Tirkiyê çekên kîmyewî bikar aniye.
Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya berê da diyar kiribû, îdiayên navborî îftira ne û wiha got: "Me di çarçoveya pergala hiqûqê da derheqê kesên buxtanan û îftîrayê dikin de dozên sûc û tazmînatê vekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin