HDPê, xala destûrê li dijî 33 parlamenterên xwe bi kar hanî!
PeyamaKurd- Li gorî teşegirtina lîsteyên namzediyê yên parlamneteriyê, hat zanîn ku HDPê, 33 parlementerên xwe yên niha destnîşan nekiriye û 13 ji wan jî ji cihên ku “ne garantî ne” wekî namzed nîşan dane.
Lîsteya namzetên parlamenteriyê yên Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) ku HDP dê bikeve hilbijartinê, eşkere bû.
Xala destûrê ya ku ji bo du dewreyên li pey hev parlamenterên partiyê nikarin careke din bibin namzed, bi awayekî zêde hatiye sepandin.
Ji 56 wekîlên HDPê, 23 jê car din wekî namzed hatin nîşandan. Li gorî encamên hilbijartinên 2018an, 10 ji van navan ji cihên ku dikarin bên hilbijartin hatin diyarkirin. 13 wekîlên heyî, li cihên ku HDP azwer bû, lê beriya niha wekîl nehatibûn hilbijartin, hatin diyarkirin.
Di serdemên 23. û 24. ên TBMMê de Hevseroka Giştî ya HDPê Perwîn Buldan ku di heyamên 25, 26 û 27aan de wekîltiya Stenbolê kiribû, cara 6emîn bû namzet.
Navên 33 HDPê yên ku careke din nehatin destnîşankirin, wiha ne:
Agirî - Dîrayet Dilan Tasdemir
Enqere - Filiz Kerestecioglu Demir
Antalya - Kemal Bulbul
Êlih - Feleknas Uca
Êlih - Ayşe Acar Başaran
Bedlîs - Mahmut Celadet Gaydali
Diyarbekir - Îmam Taşcier
Diyarbekir - Remziye Tosun
Diyarbekir - Hişyar Ozsoy
Diyarbekir - Semra Guzel
Diyarbekir - Garo Paylan
Colemêrg - Saîd Dede
Îdir - Habip Eksik
Stenbol - Musa Piroglu
Stenbol - Erol Katircioglu
Stenbol - Oya Ersoy
Stenbol - Huda Kaya
Stenbol - Zeynel Ozen
Stenbol - Zuleyha Gulum
Îzmîr - Serpîl Kemalbay Pekgozegu
Îzmîr - Murat Çepnî
Mêrdîn - Pero Dundar
Mêrsîn - Fatma Kurtulan
Mûş - Sevîn Coşkun
Sêrt - Sidik Taş
Riha - Nimetullah Erdogmuş
Riha - Ayşe Surucu
Riha - Nusrettîn Maçîn
Şirnex - Hasan Ozgunes
Şirnex - Nuran Îmîr
Şirnex - Huseyin Kaçmaz
Dêrsim - Alican Onlu
Wan - Tayîp Temel

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin