NY: Divê cudakariya zayendî ya li Afganîstanê weke 'sûcek li dijî mirovahiyê' bê dîtin

16 August 2023 09:39 0 dîtin
NY: Divê cudakariya zayendî ya li Afganîstanê weke 'sûcek li dijî mirovahiyê' bê dîtin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, divê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî cudakariya zayendî ya li Afganîstanê weke "sûcê li dijî mirovahiyê" binirxîne.

Nûnerê Taybet ê Perwerdeya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê berê yê Brîtanya Gordon Brown di civîna çapemeniyê de têkildarî perwerdehiya keçan a li Afganîstanê daxuyanî dan.

"Ramana qanûnî ya ku me wergirtiye nîşan dide ku ew cudakariya zayendî ye ku keçên Afganî ji xwendinê û jinên Afganî ji kar bêparkirin. Divê ev wek 'sûcê li dijî mirovahiyê' bê dîtin û li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bê darizandin."

Brown Wezareta Vexwendina ji bo qencî û nehiştina xerabiyê wekî "wezareta tirsonek" bi nav kir û bang kir ku serokên rêxistinên sivîl ên ku mafên jinan diparêzin ji girtîgehê werin berdan.

Ji aliyê din ve, Brown bang li welatên ku piraniya wan Misilman in, piştgirî bidin hewlên Neteweyên Yekbûyî yên li wî welatî ji bo " wan qane bikin ku ev sînordarkirinên li ser perwerdehiyê ti bingehek wan di Îslamê û Quranê de nîne."

Brown destnîşan kir, heke were îzahkirin ku Îslam piştgirî dide perwerdehiya keçan û welat bi bêparkirina nîvê nifûsa Afganîstanê ji mafê perwerdehiyê nikare pêş bikeve, ew dikarin di vî warî de pêşde biçin.

Dema ku Talîban di 15ê Tebaxa 2021ê de li Afganîstanê hat ser desthilatê, li ser karê jinan û perwerdeya keçan qedexeyên cidî hatin danîn.

Di Kanûna 2022’an de li dibistanên navîn û lîse û li zanîngehan ji perwerdehiya keçan hatin astengkirin. Her wiha di Kanûna borî de, îstihdama jinên Afganî di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de jî hatibû rawestandin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 28ê Nîsanê de biryara qedexeya xebatê ya ku rêveberiya Talîbanê ya li Afganîstanê li ser xebatkarên jin ên Neteweyên Yekbûyî danî, şermezar kir.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin, ji aliyê 15 endamên KENYê ve bi yekdengî hat qebûlkirin û di biryarnameyê de bang li rêveberiya Talîbanê hat kirin ku qedexeyên li ser jinan tavilê "vegerînin".