Ebadî: Divê PKK li nav Iraqê weke ‘rêxistineke penaber’ bimîne!
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir li Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de diyar kir, “Em naxwazin li Iraqê şerê PKKê bikin û ev yek ne erkê me ye" û got, divê PKK di nav sînorê Iraqê de weke “rêxistineke penaber” bimîne.
Ebadî da xuyakirin: “Em rê nadin PKK axa Iraqê bo xerabkariyê li dijî Tirkiyê bikar bîne.. Em wek Iraqê naxwazin ti milmilaneyeke me ligel ti welatekî cîran hebe, bi taybetî Tirkiyê û em naxwazin şer ligel wan bikin.”
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li ser operasyonên Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê û pevçûnên di navbera hêzên wan û PKKê de got: “Em rê nadin PKK axa Iraqê bo xerabkariyê li dijî Tirkiyê bikar bîne. Destûra Iraqê jî rê nade ku axa Iraqê bo destwerdana di ti weklatekî cîran de bikar bê. Eger PKK grûpek be yan tevgerek be wek penaber li Iraqê, ew divê wek penaber bimîne, lê nabe tevgera wan hebe û mêvandariya Iraqê bo zerarginhandina Tirkiyê bikar bîne, jiber di dawî de pirisgirêk bo me çêdibe û em dikevin milmilaneyê lige Tirkiyê. Em wek Iraqê naxwazin ti milmilaneyek me ligel ti welatekî cîran hebe, bi taybetî Tirkiyê, û em naxwazin şer ligel bikin.”
Ebadî da zanîn ku ew ji daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê dilgiran in û daxuyaniyên bi vî awayî seqayeke bê baweriyê di navbera herdu aliyan de çêdike û li ser destwerdana Tirkiyê ya herêmên Iraqê wiha axivî:
“Li nav Tirkiyê hin nêrîn hene, grûp û nêrîn hene ku beşek ji axa Iraqê wek axa Tirkiyê dibînin, ku ev jî wîlayeta Mûsilê ye. Wîlayeta Mûsil ne tenê Mûsil e, Kerkûkê jî lixwe digire, û ji Kurdistanê berfirehtir e, Mûsil û Kurdistan û hinek navçeyên din e jî. Ev yek seqayeke bê baweriyê çêdike. Gelo armanc destbiserdegirtina wan navçeyan e? Lewra ez daxwazê ji berpirs û birayên xwe yên Tirk dikim, daku têbigihin ku dilgiraniyên Iraqê rasteqîne ne. Her hewlek bo êrîşkirina ser bakurê iraqê bi hinceta PKK bi nerîna min encameke berevajî jê derdikeve.”
Heyder Ebadî daxwaz ji Iraqê kir di şerê dijî PKK de alîkariya artêşa Tirkiyê bike û got, “Em naxwazin li Iraqê şerê PKKê bikin û ev yek ne erkê me ye, jiber (PKK) grûpek e Tirkiyeyî ye, lewara çima em pê re şer bikin.”
Ebadî herwiha daxwaz ji berpirsên Tirkiyê û PKK jî kir, dest ji Şingalê berdin û navçeyê û xelkê wê rûbirûyî pirisgirêkeke din nekin.
Ebadî di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser ku “Di sala 2014an de, Tirk ji rêzgirtina min bo hewldanên PKKê yên ji bo rizgarkirina hejmarek ji Êzidiyan li Şingalê ku korîdoreke ewle ber bi Kurdistanê ve vekirin, aciz bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin