Nêçîrvan Barzanî: Divê em kar bikin karesata Êzidiyan weke jenosayd bê nasandin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 7emîn a jenosayda Şengalê peyamek belav kir û diyar kir, di bîranîna pir bi êş û azar ya heft saliya komkujiya Şengalê û dewrûbera wê da, bi rûmetê ve qurbaniyên xwişk û birayên me yên Êzidî bi bîrtînîn û serê rêz û rûmetê ji bo wan ditewînîn.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Li bîranîna pir bi êş û azar ya heft saliya komkujiya Şengalê û dewrûbera wê da, bi rûmetê ve qurbaniyên xwişk û birayên me yên Êzidî bi bîrtînîn û serê rêz û rûmetê ji bo wan ditewînîn. Ew tu demekê ji bîra me û gelê Kurdistanê û mirovayetiyê naçin. Hevsozî û hevxemiya xwe li gel malbat û kesukarên wan û hemû piştevaniyekê xwe ji bo wan dûpat dikin.
Piştî heft salan, hê jî em û tevahiya mirovayetiyê li şoka wê dirindeyî û tawankariya terorîstên DAIŞê de ne, lê belê xwişk û birayên Êzidî li Herêma Kurdistan û Iraqê çaverêya ewe li me hemûyan dikin ku divê hemû aliyek hewl bidin bo ku kêşeyan çareser û pêdiviyên wan dabîn bikîn heta bikarin bi piştgîrî û hevkariya hemû aliyek birînên wan bikewînin, ji bo aştevayî, ber bi paşerojeke baştir û jiyaneke aram, hengavên kirdarî bavêjîn.
Divê li rûyê siyasî û desthilat û hikûmetdarî û kargêrî û yasayî û civakî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî û hevbeşiya rasteqîneya Êzidiyan û tevahiya pêkhatan berfirehtir û çalaktir bê kirin. Karê hevbeşê zêdetir bê kirin ji bo ku revandiyên Êzidî bêne rizgarkirin û çarenivîsa wendabûyan bê eşkere û yek alîkirin, bi asayîş û aramiyê navçeyên wan parastî bin û bêne avadankirin ji bo ku bikarin bi serfirazî vegerin. Li hemûyan jî girîngtir em hemû hevkar bin heta baweriya wan bi wan bi xwe vegere.
Pêkhata Êzidî ku hezaran sal e bingeheke bi hêz ya pêkvejiyan û lêborînî û hevdu qebûlkirinê ye, piştî wan hemû karesatên li dîrokê de li ser wan de hatine, giyan û ser û malên xwe ji dest dane, lê belê tu demekê bawerî û ola xwe ji dest nedane û bi xweragirî mane, em piştrast in bi xwest û îradeya wan ya bi hêz ev birîna wan jî tê kewandin, lê belê erkê me û tevahiya mirovayetiyê ye ku piştrastî û baweriyê bidin û li ser asta cîhanê kar bikîn bo ku ew karesata Şengalê û Êzidiyan bi jenosayd bê nasandin.
Her li vî derbarî de pêşwazî û destxweşiyê li hengavên vê dawiyê ya li Iraq û li Parlemena Belçîka û Holenda û ewên pêştir jî dikîn û ji bo vê mebestê li gel Neteweyên Yekgirtî û Unitad û hemû aliyên pêwendîdar û civaka navdewletî bi giştî li hemahengî û hevkariya de berdewam dibin, kar dikîn ji bo ew tawankarên DAIŞ bigîhin bi sizayên xwe yên yasayî û dadperwerî ji bo qurbaniyan bê bicîhkirin.
Hemû piştgiriyek ji bo daxwaza bi parêzgehbûna Şengalê dûpat dikîn û ji bo serxistina vê projeyê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û parêzgeha Mûsilê kar dikin. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor yasaya rizgarbûyên Êzidî ku Encumena Nûneran pejirandiye, qerebûya qurbaniyan û malbat û kesukarên wan bike.
Li vê bîranînê de rêz û silav li giyanê tevahiya qurbaniyan, rêz û silav li giyanê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ku bi serkirdayetî û serpereştiya raste rast ya Serok Barzanî ji bo rizgarkirina Şengalê û dewrûbera wê de canên xwe gorî kirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.08.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin