Fransa: Êrîsa li ser Îdlibê divê weke tawanê ser bê qebûlkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derbarê rewşa Îdlibê de hişyarî da û got ku bordûmana li ser wî bajarî divê weke tawana şer bê dîtin.
Derbarê rewşa bajarê Îdlibê ku niha Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyên operasyoneke berfireh bo rizgarkirina wî bajarî dike, hişyariyek jî ji Fransayê hat; Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir, ku bordûmana li ser Îdlibê divê weke tawana şer bê hesibandin.
Ji aliyekî din, Sererkanê Fransayê François Lecointre derbarê rewşa Îdlibê de daxuyaniyên girîng dan û got: Eger çekên kimyayî bên bikaranîn ew amade ne êrîşî Sûriyê bikin.
François Lecointre li ser operasyonên HSDê ên li dijî DAIŞê jî got ku heta dawiya meha bê herêmên dawîn jî dê ji destê DAIŞê werin derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin