Fransa: Divê ti hêzeke derve Sûriyê kontrol bike

06 January 2025 09:40 0 dîtin
Fransa: Divê ti hêzeke derve Sûriyê kontrol bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku divê ti hêzeke derve li Sûriyê kontrol neke û çekên kîmyayî yên li wî welatî bên îmhakirin.

Barrot roja Yekşemê 5ê Çileya 2025an di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê ragihand, nabe ti hêzeke derve di Sûriyeya nû de paşeroja Sûriyê kontrol bike.

Wezîrê Fransa Barrot ku di wê baweriyê de bû ku Rûsya û Îran Sûriyê lawaz dikin, amaje bi wê yekê kir ku divê çekên kîmyayî yên li Sûriyê bên îmhakirin.

Wezîrê Derve yê Fransa Barrot û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Înê 03.01.2025ê serdana Şamê kirin û ligel rêberê nû yê Sûriyê Ehmed Şera (Ebû Mihemed Colanî) civiyan.