James Mattis: Fransayê hêzeke mezin rêkire Sûriyê!

27 April 2018 11:56 0 dîtin
James Mattis: Fransayê hêzeke mezin rêkire Sûriyê!

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku Fransayê di van her du hefteyên dawî de hêzeke mezin rêkiriye Sûriyê.

Mattis wiha berdewam kir: Ev hêz ji bo piştgiriyê bidin hêzên Amerîkî, hatine şandin. Me tevgerên xwe yên li ser hidûdê Iraqê zêdetir kirine. Hêzên Amerîkayê niha ji Sûriyê dernakevin. Tevgerên Amerîkayê yên li Rojhilatê Firatê wê hê jî zêde bibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron gotibû em ê hêzên xwe yên li Sûriyê zêdetir bikin.