Kerkûk | Taxên Kurdan di bin dorpêçê de ne, ji derve hêzeke mezin hatiye

08 September 2023 17:52 0 dîtin
Kerkûk | Taxên Kurdan di bin dorpêçê de ne, ji derve hêzeke mezin hatiye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber îhtimala xwepêşandanên Kurdên Kerkûkê hemû taxên Kurdan ên bajêr bi hêzên leşkerî hatine dorpêçkirin.

Li gorî çavkaniyan, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ketine rewşa amadebaşiyê û hêzeke mezin a ewlehiyê ji derveyî Kerkûkê hatiye anîn.

Herwiha tirs ketiye dilê xelkê bajêr ku hê jî hêzên din têne nav Kerkûkê û bajar bûye serbazgeh û xelkê Kerkûkê ji vê rewşê gelek bi fikar in.

Hêjayî gotinê ye, 2yê Îlonê ciwanên Kurd ên taxên Şoraw û Rehîmawa yên Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kiribûn û bi guleyên hêzên ewlehiyê 4 Kurd hatibûn şehîdkirin, 15 jî birîndar bûbûn.