Kerkûk | Erebên ji derve hatine xwestin car din dest deynin ser zeviyên Kurdan
PeyamaKurd - Li navçeya Dûbiz a Kerkûkê erebên ji derve hatine, li gundê Pelkaneyê careke din hewl dan ku dest deynin ser mal û zeviyên kurdan.
Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dubizê Cewad Mihemed derbarê bûyerê de daye xuyakirin, erebên hawirde careke din hewl dan bi ser gundê Pelkaneyê de bigirin û dest deynin ser xanî û zeviyên gundiyan. Beramber wê hewla erebên hawirde xelkê gund jî xwe amade kiribûn ku rûberûyî wan bibin.
Cewad Mihemed eşkere kir ku serokê hozeke ereb hewl dabû gelek çek bîne gund û hemû kurdên li gund bi yekcarî ji nava gund derxe û niha rewş li gund aloz e.
Berpirsê PDKê diyar kir, ew erebên hawirde li ser biryara parêzgarê li ser Kerkûkê hatiye sepandin Rakan Cibûrî hewl didin zevî û malên kurdan dagir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin