Erebên Kerkûkê ji Kazimî xwestin parêzgar Rakan Cibûrî ji kar dûr bixe

31 May 2020 20:18 0 dîtin
Erebên Kerkûkê ji Kazimî xwestin parêzgar Rakan Cibûrî ji kar dûr bixe

PeyamaKurd - Erebên Kerkûkê bang li serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî kirin ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji ser kar dûr bixe û li şûna wî yekî bê alî deynin.

Hevpeymaniya siyasî ya bi navê “Eniya Yekgirtî ya Erebî” ku beşeke mezin ji erebên Kerkûkê di nav de ne, daxuyaniyek li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî  belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rakan Cibûrî kesekî gendel e û tenê mirovên xwe di karan de bicih dike û ew wî qebûl nakin.

Eniya Yekgirtî ya Erebî bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, Cibûrî ji ser kar dûr bixe û li şûna wî kesekî bê alî ku bi heman çavî li hemû Kerkûkiyan binêre deyne.

Parêzgarê Kerkûkê yê niha Rakan Cibûrî, piştî ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve ji destê kurdan hat derxistin, ji aliyê Heşda Şeibî ve wek parêzgarê Kerkûkê li şûna Parêzgarê hilbijartî Necmedîn Kerîm ê Kurd hat sepandin.