Erebên ji derve anîne xwestin gundê Kurdan dagir bikin, gundî berxwe didin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin, îro hin erebên ku ji derveyî herêmê anîne avêtine ser gundekî kurdan ê bajaroka Dubiz a parêzgeha Kerkûkê û xwestin gund dagir bikin.
Li gor nûçeya BasNewsê qaymeqamê qeza Dubizê yê rewa Ebdula Nûrî ragihandiye, erebên ku anîne Dubizê avêtine ser gundê Qeredere yê ser bi Dubizê û xwestine gund dagir bikin.
Ebdula Nûrî da zanîn ku ew erebên ku hatine wî sînorî ji eşîreta Dîlemî ne û got: “Wan ereban xwestina hin cihan destnîşan bikin bo ku li sînorê wî gundî de xaniyên nû ava bikin. Lê ji aliyê rûniştvanên gund ên resen ve (kurdan) rêgirî li wan hatiye kirin û niha xelkê gund û erebên anîne deverê li hember hevdu rawestiyane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin