Li 36 gundên Bilîsê derketina derve hat qedexekirin
PeyamaKurd- Parêzgeha bajarê Bilîsê (Bitlis) ragihand ku biryarê dane îşev siet ji 19.00 ê êvarê heya rojeka ne diyar bo 36 gund û mezrayên bajêr qedexeya derketina derve hatiya danîn. Biryar bi sedema ewlekariyê hatiye dayîn.
Parêzgeh di biryara xwe de ragihand ku agahî sitendine li wan gundan endamên PKK ê hene û bo xwe bicîh bikin ji xwe re wargehan avakirine. Çûn û derketina ji wan gund û mezrayan bi îzna hêzên asayîşê ve hatiye girêdan. Navên ku parêzgeh ragihandiye hemû navên gundan yên bi zimanê Tirkî ne û ew gund û mezra ev in:
Gunden bi navên Yukarıbalcılar, Aşağıbalcılar, Üçevler, Başmaklı, Ilıcak, Oğulcak, Çeltikli, Kalupat, Karakuş, Aşağıkoçak, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Yanönü, Beşkaynak, Dursun, Dikme, Aşağıdikme, Yukarıdikme, Uçankuş, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Kınalı, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Aşağıölek, Yukarıölek, Akçalı, İçgeçit, Doğruyol, Dereağzı, Çadırlı, Yolcular, Aşağıyuvacık, Yuvacık, Kavakdibi û mezrayên wan gundan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin