Sirnex | Li 11 deveran derketina derve hat qedexekirin

25 February 2025 12:41 0 dîtin
Sirnex | Li 11 deveran derketina derve hat qedexekirin

PeyamaKurd – Walîtiya Şirnexê heta 15 rojan derketina derve li 11 deveran qedexe kir.

Walîtiya Şirnexê 11 dever wekî “deverên ewlehiya taybet a demkî” ragihand û heta 15 rojan derketina derve ya li wan qedexe kir.

Hat ragihandin ew 11 dever li van navçeyên Şirnexê; li Cizîr, Silopiya, Basa, Qilaban û Elkê ne. 

Her weha hat gotin ku navê van her 15 deveran ev e: Besta, Gabar, Cûdî, Kela Memê, Textereş, çiyayên Kurt, Donmezler, Kovankaya, Încebeldaglari, Altindaglari û Oymakaya.