'Sed hezar erebên din li Kerkûkê hatine bicîkirin'
PeyemaKurd - Anîna ereban ji bo Kerkûkê berdewam e û berpirsekî PDKê li Kerkûkê jî dibêje, îdareya Kerkûkê alîkariya wan dike ku malê xwe tînin hemû Kerkûkê û heya niha sed hezar ereb hatine Kerkûkê.
Cîgirê Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Anîna welatiyên Kerkûkê ji navçeyên cuda yên Iraqê bo Kerkûk û derdora wê berdewam e û li gorî zanyariyên dawî heya niha sed hezar ereb hatine Kerkûkê û li nava bajêr û derdora wê bicîh bûne.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Ew erebên şovînî yên ku tên Kerkûkê îdareya Kerkûkê alîkariya wan dike di hatina Kerkûkê de, ku ji aliyê yasayî ve derfeta hatinê û bicîhbûnê didin wan.”
Diyarî Husên wiha got: “Rewşa Kerkûkê ji aliyê demografî ve wisa bûye ku roj tine û ereb neyên Kerkûkê û li navçeyên wê neyên bicîhbûn. Hilbijartin nêzîk dibe û bi erebkirin zêde dibe.”
Piştî 16ê Cotmehê parêzgarê bi ser Kerkûkê da hatiye sepandin Rakan Cibûrî û milîsên Heşda Şabî mal û milkên kurdan talan dikin û hewl didin kurdan ji Kerkûk û navçeyên wê derxin. Herwiha li şûna kurdan ereban li navenda bajêr û navçeyên wê bi cî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin