Rêveberiya Rojava: Zêditirî 20 hezar koçberên Sûrî û Lubnanî hatine herêma me
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku heta niha 20 hezar û 331 koçberên sûrî û Lubnanî hatine herêmên wan.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand, hejmara kesên ji ber şerê Îsraîl-Hizbullahê ji Lubnanê hatine, gihîştiye 20 hezar û 331 kesan.
Hate diyarkirin, mexdûrên ku têne herêmê, yan li malên xwe, yan jî li cem xizmên xwe bi cih dibin. Yên ku cihekî wan tune be jî rêveberî ji wan re cih dabîn dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin