Rêveberiya Rojava ji bo pêswazîya koçberên Lubnanê saneya krîzê ava kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşwaziya welatiyên xwe yên ku ji Lubnanê vedigerin şaneya kirîzê ava kir û ji bo kesên derveyî herêmê jî navend amade kirin.
Rêveberiya Xweser, îro 29ê Îlonê li deriyê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin kontrola hêzên Sûriyê de, li Tebqayê daxuyaniyek da û avakirina şaneyê ragihand.
Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Dervey a Rêveberiya Xweser Gulistan Elî, destnîşan kir ku di encama aloziya li Lubnanê de û li ser bingeha berpirsyariyê û ji bo sivikirina êşên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, wan civîneke awarte li dar xistiye.

Hate ragihandin ku biryar hatiye dayîn şaneyeke kirîzê bê avakirin û ev şane ji alî û saziyên têkildar pêk tê û wiha hate gotin: “Şane dê penaberên sûriyeyî li derî pêşwazî bike. Navên wan qeyd bike û ji nasnameya wan piştrast bibe. Dûre, şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vegeriyane dikarin biçin cem xizm û malbatên xwe. Lê yên xizmên wan li herêmê tune ne, Rêveberiya Xweser dê ji wan re navendên taybet li herêmê peyda bike. Şaneya kirîzê dê çavdêriya pêşwazîkirina koçberan bike.”
Rêveberiya Xweser herwiha careke din banga vekirina deriyê Til Koçerê kir ji bo ku alîkariyên mirovî bigihin herêmê û li penaberan bên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin