Taxên Kurdan ên li Kerkûkê vediguherin navendên leskerî
PeyamaKurd – Niştecihên taxên Kurdan ên Kerkûkê dibêjin, taxên wan zêdetir dibin weke baregehên leşkerî.
Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Iraqê bi şev bi wesayîtên leşkerî derbasî nava taxên Kurdan ên Kerkûkê bûne û heta derengiyê li van taxan mane.
Welatiyên taxên Kurdan ên Kerkûkê jî dibêjin, taxên wan zêdetir bûne baregehên leşkerî, lê dibêjin ku ev rewş tenê li taxên Kurdan heye, ne li taxên Ereb û Tirkmenan.
Hate dîtin ku li taxên Kurdan ên li navenda bajêr, wesayîtên leşkerî bi mesafeyên kurt disekinin.
Li taxên Kurdan ên weke Şorice, Îskan û Rehîmawa bi şev wesayîtên leşkerî li kolanan li bendê ne.
Welatiyekî Kurd ê Kerkûkî yê bi navê Mihemed Areb ji K24ê re diyar kiriye, li ser her kolaneke taxên Kurdan tirimbêlên leşkerî hene û ev yek jî xuyabûna bajêr ne xweş dike.
Areb anî ziman, ew ji veguherandina taxa wî westiyane û wiha gotiye: "Çima li taxên Ereban wiha nabe?"
Welatiyê bi navê Atîlla Ebdulkerîm ku li taxên Ereb û Tirkmenên Kerkûkê dijî jî diyar kiriye, “Rewşa Kerkûkê gelekî baş e û tu pirsgirêk nînin, em hêvîdar in ku rewş baştir bibe. Niha rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê ji hemû deverên din baştir e.”
Berî niha di dema hikûmetên Adil Ebdulmehdî û Mistefa Kazimî de biryara asayîkirina rewşa Kerkûkê hatibû dayîn, lê nehatibû cîbicîkirin.
Ji bo asayîkirina rewşa bajêr, gihandina dosyayên ewlehiyê ji artêşê bo polîs û erkdarkirina lîwayên hevbeş weke çareserî tê dîtin.
Parlamentera Parlamentoya Iraqê Dîlan Gafûr destnîşan kiriye, "Piştî bûyerên 16ê Cotmehê rewşa wan deveran ne aram bû û rewşa şer heye. Pêwîst e hêzên hevbeş bên avakirin û madeya 140 were cîbicîkirin. Di civînê de Kurdan ev mijar gotûbêj kirin ligel hikûmeta nû ya Iraqê.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî ve hat dagirkirin.
Dosyaya ewlekariya navxweyî ya bajêr ji destê polîsan hat girtin û radestî hêzên leşkerî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin