Hêza Iraqî li Kerkûkê avêt ser du taxên Kurdan

18 February 2020 20:32 0 dîtin
Hêza Iraqî li Kerkûkê avêt ser du taxên Kurdan

PeyamaKurd - Hêzeke ewlehiya Iraqê bi bahaneya kontrolan avêt ser beşek ji malên sînorê du taxên kurdan ên li Kerkûkê.

Li gorî nûçeya BasNewsê şeva borî hêzeke lîwaya 61 a ser bi hikûmeta Iraqê ve avêt ser hejmarek berçav a malên her du taxên Şorîce û Penca Elî yên bajarê Kerkûkê ku her du jî taxên kurdan in.

Hat zanîn ku ew helmet bi bahaneya kontrola malan û lêgerîna çekan hatiye kirin û awayê kontrolan û avêtina ser malan li ser rûniştvanên malan bûye sedema metirsiyan.