Serok Barzanî: Em ji bo Kerkûkê li benda avêtina gavên pêwîst in

11 September 2023 19:47 0 dîtin
Serok Barzanî: Em ji bo Kerkûkê li benda avêtina gavên pêwîst in

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 11ê Îlonê li Selahedîn bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re civiya.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê û asteng û giriftên li ber pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û piştbestina bi diyaloga bi navê çareserkirina kêşeyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Di hevdîtinê de Balyoza Amerîka piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta berdewambûna wan ya li guftûgo û danûstandin û gihîştina çareseriyeke guncaw bi taybetî li babeta budçe û kêşeyên hilawestî yên din.

Balyozê Amerîka herwiha dilgiraniya xwe ya li ser alozî û rûdanên Kerkûkê û qurbanîbûna welatiyan derbirî.

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî nîşan da û ragihand ku guftugoyên ji bo gihîştina çareserkirina kêşeyan berdewam dibe û herwiha destnîşan kir ku çaverê dikin hengavên pêwîst bê avêtin ji bo rastkirina rewş û parastina aramiya Kerkûkê û li ber girtina rêkarên yasayî li beramber wan kesan ku bûne sedema anîna alozî û rijandina xwîna welatiyên Kerkûkê.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin, rewşa siyasî ya navxwe ya Herêmê û pêwendiyên di navbera PDK û YNK û pêwîstiya hevdengiya navxweyî ya Herêmê û çareserkirina kêşeyan mijarên din ê vê civînê bûn.

Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku ew di piştevanîkirina ji bo çareserbûna giriftên navxwe yên Herêmê kêmasiyê nake û da zanîn, rêya diyalog û nermiya ji bo çareseriya kêşeyan e.