Cizîra Botan li benda Serok Barzanî ye
PeyamaKurd – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, "4emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî" tê lidarxistin û amadekariyên taybet ji bo mêvanekî giranbuha tên kirin.
Serok Barzanî tê Cizîra Botan
Li gorî zanyariyan, tê payîn ku Serok Mesûd Barzanî îro bigihîje bajêr û di roja duyemîn a sempozyûmê de beşdarî rûniştinan bibe.
Pankarta "Hûn Bi Xêr Hatin"
Ji bo pêşwaziya Serok Barzan amadekariyên berfireh tên kirin. Li ser dîwarê derve yê otêla ku sempozyûm lê pêk tê, pankarteke mezin a bi wêneyê wî û nivîsa "Hûn bi xêr hatin Cizîrê" hat daliqandin.
📷 Çavkaniya Wêne: Abdulselam Akinci - Rûdaw

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin