Kerkûk | Qedexeya derve rabû, taxên Kurd hê jî di bin dorpêçê de ne

03 September 2023 12:14 0 dîtin
Kerkûk | Qedexeya derve rabû, taxên Kurd hê jî di bin dorpêçê de ne

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku qedexeya derketina derve ya doh 2yê Îlonê piştî şehîdkirina xwepêşanderên Kurd hatibû ragihandin, îro Yekşemê hate rakirin.

Li gorî zanyariyan, piştî rakirina qedexeyê jî di serê de li taxa Rehîmawa ya Kurdan û taxtên din ên Kurdan hêzên ewlekariyê hatine bicihkirin û xelkê wan taxan nikarin ji malên xwe derkevin.

Piştî ku hefteyek zêdetir e, komên girêdayî Heşda Şeibî yên Ereb û Tirkmenên şoven rêya sereka ya Hewlêr-Kerkûkê girtibûn doh Şemiyê Kurdên Kerkûkê xwepêşandan kirin û rastî êrîşa hêzên ewlekariyê hatibûn.

Li gorî agahiyên dawî 4 Kurd bi guleyên hêzên ewlekariyê hatin şehîdkirin û 14 jî birîndar bûne. Piştî van bûyeran û fişara Kurdan rêya Kerkûk-Hewlêrê hate vekirin û çadirên hatibûn danîn jî hatin rakirin.