Li Nisêbînê qedexeya derketina derve rabû
PeyamaKurd-Di sala 2016an de li Nisêbînê bi sedema kolandina xendeqan (hendek) ji aliyê PKKê de, piştî ew çend şer û pevçûnan, ji aliyê hêzên asayiş û îdarî ya Tirkiyê de qedexeya derketina derve bo gelek deverên Nisêbînê hatibû danîn.
Li hinek deverên Nisêbînê, qedexe rabûbû lê hinek dever, heya niha di bin biryara qedexeya dewletê de bûn. Ew taxên ku bi sedema xendeqan hatin xerabkirin, niha mirov dibîne ku di şûna xaniyên kevin de TOKİ ya dewletê xaniyên nû avakiriye.
Piştî ku qedexeya ser tax û deverên Nisêbînê rabû, niha herkes dikare bibîne ku şopên guleyan li ser dîwarên wan xaniyên kevin hêjî hene. Dewlet wê wan nişteciyên ku xaniyên wan hebûn û hatine xerabkirin, bo wan çi biryarê bide wê di demên pêşiya me de aşkera bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin