Pevçûn li Lazqiyê zêde dibin: Qedexeya derketina derve, banga cîhadê

07 March 2025 10:03 0 dîtin
Pevçûn li Lazqiyê zêde dibin: Qedexeya derketina derve, banga cîhadê

PeyamaKurd – Li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê di navbera komeke çekdar de ku tê gotin endamên artêşa rêjîma Esed ya hilweşandî ne û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Berevaniya Sûriyê de pevçûn derketin. Di şer û pevçûnan de 16 leşker û 3 endamên komên çekdar bi giştî 19 kesan canê xwe ji dest dan.

Piştî operasyona artêşa Sûriyê li dijî pêkhateyên rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî li bajarê Laziqiyê, li herêmê şer û pevçûnên tund derketin.

Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman diyar kir ku komên çekdar li navenda Laziqiyê û gundên Ceblahê êrîşî yekîneyên Wezareta Parastinê û Midûriyeta Giştî ya Asayîşa Sûriyeyê kirin û di pevçûnan de 16 leşker hatin kuştin.

Ebdulrehman, anî ziman ku piraniya kesên hatine kuştin leşkerên parêzgeha Idlibê ne û wiha got: "Ev êrîşa herî bi xwîn û tund bû li ser hêzên ewlekarî û leşkerî ji dema rûxandina rêjîmê ve. Rapor diyar dikin ku dibe ku bêtir kuştî hebin. Pevçûn li navçeya Ceble û derdora wê berdewam dikin."

Qedexe, banga cîhadê

Piştî bûyeran li parêzgeha Humsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di daxuyaniya yekîneyên ewlekariya Humsê de hat ragihandin ku ji bo ewlekariya gel tevdîrên pêwîst hatine girtin û li ser talîmata Midûriyeta Giştî ya Asayîşê wê li bajêr qedexeya derketina derve were ragihandin.

Piştî ku pevçûn û kaos zêde bûn, hat ragihandin ku ji mizgeftan banga "cîhadê" tê kirin.