Pevçûn li Sûdanê zêde dibin: Balafirên ser têne bikar anîn
PeyamaKurd – Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de ku ji 15ê Nîsanê û vir ve li Xartûmê ya paytexta Sûdanê berdewam dikin, dijwar bûn.
Li gorî şahidan, li Xurmatû bi çekên giran û sivik, balafirên şer û tankan pevçûnên dijwar qewimîn.
Li xalên cuda yên wekî kolana Gabe li rojavayê Xertûmê, Taxa Hac Yûsif li rojhilat û bajarê Behrî li bakur pevçûnên mezin rû dan.
Herwiha li bajarê Cuneyne yê li ser sînorê Çadê ku cîranê rojava yê welat e jî êrîş pêk hatin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Yekîtiya Bijîşkên Sûdanê di daxuyaniyekê de got: "Ji ber hilweşîna sîstema tenduristiyê û xizmetguzariyên giştî û nekarîna rêxistinên mirovî ku xizmetên xwe bidomînin, bajarê Cuneyne veguheriye bajarokek xeyalî ku ji bilî bêhna mirinê tiştekî din jê nayê."
Ji aliyê din ve hat zanîn ku xelkê bajarê Ubeyd ê navenda parêzgeha Kurdufanê li başûrê welat ji ber ku di bin dorpêça HDKê de ne, rastî şert û mercên giran ên mirovî tên.
Dîdevanan amaje bi wê yekê kirin ku bajar ji ber qutbûna berdewam a ceyran û avê û kêmbûna xwarinê di rewşek xerab de ye û anîn ziman, li nexweşxaneya bajêr ku nexweş li erdê radizên, kêmasiyek cidî di kadroyên pizîşkî û dermanan de heye.
Agirbesta 24 saetan a ku bi navbeynkariya Erebîstana Siûdî û Amerîkayê 10ê Hezîranê saet di 06:00an de li gorî saeta herêmî ket meriyetê, do danê sibê qediya.
Artêşa Sûdanê xwest ku Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) ku demekê piştgirî dikir lê ji ber ku wek artêşeke serbixwe û paralel tevdigerin wek xetere di nava 2 salan de bi tevahî di nava artêşê de cih bigire.
Şerê gotin û rageşiyê ku bi daxuyaniya HDKê ya ku wê di pêvajoyeke 10 salan piştî desthilatdariya sivîl de bipejirîne destpê kir, di sibeha 15ê Nîsanê de li paytext Xartûm û bajarên cuda di navbera partiyan de veguherî şerê çekdarî.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê berdewam dikin, 850 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin