Xwepêsandanên li Fransayê mezin dibin: 176 desteserkirin, li 4 bajaran qedexe!

30 June 2023 12:00 0 dîtin
Xwepêsandanên li Fransayê mezin dibin: 176 desteserkirin, li 4 bajaran qedexe!

PeyamaKurd Li Fransayê di bûyerên ku piştî qetilkirina ajokarê ciwan ji aliyê polîsan ve pêk hatin de 176 kes hatin desteserkirin û li 4 bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li bajarê Nanterre, li bajarên cuda yên weke Lîlle, Strasboûrg, Marsîlya û Nanterre, çalakgerên qetilkirina ajokarê ciwanê bi navê Nael M. ji aliyê polîsan ve daketin qadan.

Li gorî nûçeya çapemeniya Fransayê, li bajarê Venissieux tramvayek û li bajarê Nanterre bankek ku Nael lê mir, hatin şewitandin.

Çalakgerên ku li bajarên cuda wesayît, eşyayên giştî û çopê şewitandin, fîşekên hewayî avêtin polîsan. Li bajarên Marsîlya, Parîs û Lîllê dikan hatin talankirin.

Li Brukselê 29 kes hatin desteserkirin

Di encama pevçûna di navbera polîs û koma ku li Anneessens a yek ji taxên navendî yên Brukselê ye ji bo piştgiriyê bidin xwepêşandanên li Fransayê kom bûn, hejmara kesên hatin desteserkirin derket 29an. Hate hînbûn ku ji van kesan 26 kes biçûk in.

Li 4 bajaran qedexeya derketina derve

Di vê navberê de, li gorî nûçeyên di çapemeniya Fransayê de, ji ber bûyeran heta 3ê Tîrmehê saet di navbera 23.00 û 06.00’an de li 3 taxên bajarê Neûîlly-sur-Marne, saet di navbera 22.00-05.00’an de jî li bajarê Savigny-le-Temple qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li bajarê Compiegne heta 3ê Tîrmehê saet di navbera 10:00 û 06:00’an de ji bo kesên di bin 16 saliyê de ku wê dê û bav bi wan re nebe, qedexeya derketina derve tê ragihandin.