Di xwepêsandanên li Fransayê de 944 kes hatin desteserkirin

01 July 2023 15:06 0 dîtin
Di xwepêsandanên li Fransayê de 944 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd Hat ragihandin ku di şeva 4emîn a bûyerên ku li Fransayê şofêrê ciwan ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin 994 kes hatin desteserkirin.

Her çend hikûmeta Fransayê ragihand, tundûtûjî li wî welatî li gorî şevên berê sivik bûye, lê Wezareta Navxweyî ragihand, li seranserê welat 994 kesên din hatine desteserkirin û 79 kesên ji tîmên cendirme û polîsan jî birîndar bûne.

Ev hejmar ji roja Sêşemê û vir ve herî zêde hatine tomarkirin.

Li gorî amarên Wezareta Demkî ku îro belav bûne, 1350 otombîl û 234 avahî ziyan dîtine û 2 hezar û 560 bûyerên şewitandina cihên giştî hatine tomarkirin.

Polîsan ji roja yekem a bûyeran û vir ve herî kêm 2,122 xwepêşander desteser kirin, di heman demê de wesayîtên zirxî û hêz ên hikûmetê ji bo kontrolkirina bûyeran hatin bicîh kirin.

Rayedaran diyar kirin, piraniya kesên hatine binçavkirin biçûk in.

Di encama şewata li bajarê Nanterre de otobusek û gelek wesayit hatin rûxandin, îtfaiyeyên ji bakurê Fransayê hatin herêmê ku bersivê bidin şewata li banliyoyên Parîsê.

Li Marsîlyayê dikaneke zêran hat dizîn, gelek zincîreyên supermarketan hatin şewitandin.

Hin xwepêşanderan jî bi danîna barîkatan îtfaiyeyên ku hatibûn agir vemirînin asteng kirin.

Hin xwepêşanderan li Parîsê wesayiteke kolektîf a luks kirin hedef, ku di wêneyan de xuya bû.

Li taxa Meyzieu ya Lyonê kesekî bi çeka di destê xwe de gule li kameraya ewlehiyê ya li kuçeyê reşandin.

Xwepêşanderan bi teqemeniyan êrîşî postexaneya bajêr kirin.

Li bajarê Rennesê, xwepêşanderan bi fîşekên hewayî êrîşî keştiyeke şer a li meydanê bi cih kiribû.

Li Clamartê dema qereqola polîsan hedef hat girtin, li Persanê jî êrîşî avahiya şaredariyê hat kirin. Avahî ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin.