Di bûyerên li Fransayê de 1000 kes hatin desteserkirin

01 July 2023 10:00 0 dîtin
Di bûyerên li Fransayê de 1000 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin diyar kir, di bûyerên li welêt qewimîn de hezar kes hatin desteserkirin û temenê navekî yê wan kesên hatin desteserkirin 17 sal e.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin do diyar kir, îşev li tevahiya welêt 45 hezar polîs û cendirme li ser bûyerên ku ji bo ciwanê bi guleya polîsan hatiye kuştin, hatine wezîfedarkirin.

Darmanin got, di bûyerên li welêt de hezar kes hatin binçavkirin û temenê navekî yê wan kesên hatin binçavkirin jî 17 sal e.

Di 27ê Hezîranê de polîsan li Nanterreyê wesayîta ku 3 kes tê de bûn gulebaran kirin û ji ber li hemberî hişyariya "raweste" nesekinî, ajokarê 17 salî kuştin.

Di dema ku lêpirsîna bûyerê hat destpêkirin, kesên ku bertek nîşanî mirina ajokar Naelê dan, li bajarên cuda yên welêt derketin kuçeyan û bi polîsan re pevçinîn.