Parêzgariyê ragihand: Di xwepêsandanên 'Wanê' yên Stenbolê de 132 kes hatin desteserkirin

04 April 2024 11:58 0 dîtin
Parêzgariyê ragihand: Di xwepêsandanên 'Wanê' yên Stenbolê de 132 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), Lijneya Hilbijartinê ya Wanê, nerazîbûna biryara "Namzedê DEMê Abdullah Zeydan wekî nehilbijartî" Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê û dayîna belgeya hilbijartinê ji namzetê AKPê yê rêza duyemîn Abdulahat Arvas re, bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê, "Serdozgeriya Komarê" destûr neda parêzerên ku xwestin li Edliyeya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Li ser vê yekê hate gotin ku "Parêzerên ku hewl dan bi zorê bikevin hundirê edliyeyê, zerar dane mal û milkên giştî û li hemberî memûrê nobedar li ber xwe dane." Ji parêzeran 14 kes hatin desteserkirin û piştî demekê serbest hatin berdan.

Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgeha Wanê ya li dijî serokê hilbijartî Abdullah Zeydan duh êvarê li Sûltanbeylî, Esenyûrt û Sancaktepeyê bi çalakiyan hat protestokirin. Parêzgariyê ragihand ku di çalakiyan de 2 jê zarok 118 kes hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku pêvajoya hiqûqî ya derbarê kesên hatine desteserkirin de dewam dike.