Kanadayê pistevaniya xwe ji bo Kurdistanê ragihand: Divê tawanên wek enfalê dubare nebin
PeyamaKurd - Balyozxaneya Kanada ya li Herêma Kurdistanê bi boneya 41emîn salvegera Enfala Barzanîyan peyamek belav kir û da zanîn, divê tawanên bi vî rengî dubare nebin.
Di peyama Balyozxaneya Kanadayê de hate gotin: “Îro 41 saliya Enfala Barzaniyan e ku ji aliyê rejîma Seddam Husên ve hatiye kirin û di encamê de bi hezaran mêr, jin û zarokên bêguneh hatin şehîdkirin.”
Hate diyarkirin: “Kanada pabendbûna xwe bi parastina aştî û aramiyê li Iraq û Kurdistanê tekez dike, da ku di paşerojê de ev hovîtî dubare nebe.”
Enfala Barzaniyan di sê qonaxan de pêk hatibû ku bi kêmî 8 hezar Barzanî hatibûn jenosîdkirin ku heta niha tenê termên 596 kesên enfalbûyî bo goristana taybet a jenosoida Barzaniyan a li Barzanê hatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin