Balyozê nû yê Brîtanya pistevaniya welatê xwe ya Kurdistanê ji Serok Barzanî re ragihand
PeyamaKurd – Balyozê nû yê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen, îro 8ê Tebaxê bi minasebeta destbikarbûnê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtina ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave jî amadehî kir de, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û herêmê hatin axaftin û herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de, behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Iraqê nîşan da û got ku ew dê di dema karkirina xwe de ligel serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de be.
Balyozê nû yê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, lidarxistina hilbijartinan û berfirekirina pêwendiyên her du aliyan ji Serok Barzanî re ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin