Ji Konsûla Brîtanya daxuyaniya pistevaniya Herêma Kurdistanê…

05 February 2023 10:56 0 dîtin
Ji Konsûla Brîtanya daxuyaniya pistevaniya Herêma Kurdistanê…

PeyamaKurd - Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave ragihand ku ew dê piştevaniya bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin û diyar kir, “Wê Brîtanya di pêşkêşkirina şêwirmendî û piştevaniya ji bo rûbirûbûna êrîşên hovane û xwînrêj ên li ser Herêma Kurdistanê de berdewam be.”

Rosy Cave ji K24ê re, hûrgiliyên piştevaniya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê nedan, lê bi geşbînî behsa pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.

Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave bal kişand ser çend mijarên girêdayî pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê û piştevaniya Brîtanyayê bo bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariyên welatê xwe di warê ewlehî, perwerde û aborî de.

Derbarê pêwendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê yekê kir ku mijara hinardekirina berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê li bazarên Brîtanyayê ligel hikûmetê axaftin, her weke beriya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, ji bo dîtina bazarên nû li welatên Ewropa û cîhanê ji bo firotina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê dixebitin.

Rosy Cave got: “Em gelek ji nêzîk ve ligel berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta Brîtanya kar dikin ji bo dîtina rêyekê bo berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê bigihînin bazara Brîtanyayê.”