Daxuyaniya Hewlêrê li ser besa Herêma Kurdistanê ya raporta mafê mirovan ya Brîtanyayê
PeyamaKurd – Ofîsa Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistina Navdewletî ya Herêma Kurdistanê, raporta Wezareta Derve ya Brîtanya ya derbarê Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.
Ofîsa Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistina Navdewletî (OCIA) derbarê beşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê ya di rapora salane ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê ya derbarê mafên mirov û demokrasiyê li cîhanê de daxuyaniyek belav kir.
Herwiha hate gotin, di beşa Herêma Kurdistan û Iraqê ya rapora Wezareta Derve ya Brîtanyayê ya sala 2022an de mafên jinan, mafên kêmîneyên etnîkî, azadiya çapemeniyê û mafê xwenîşandanê cih digirin, hate gotin ku ti kes bêyî biryara lêgerînê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve nehatiye binçavkirin.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ev yek jî nîşana pabendbûna Herêma Kurdistanê bi prosedurên yasayî û navdewletî ye û wiha hat gotin, "Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafê xwepêşandanên aştiyane tedbîrên bibiryar wergirtine û rêzê li erkên ragihandinê digire ku bêyî ti binpêkirinên yasayî bên cîbicîkirin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Saziyên dewletê bi pabendbûnekê tevdigerin ku proseya şefaf û demokratîk yekalî bikin da ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji mafê agahdarkirinê sûd werbigirin. Parlamentoya Kurdistanê di sala 2013ê de qanûna jimare 11 ya mafê agahdarkirinê derxist û di dema dawî de danûstandinên zêdetir li ser pabendbûna bi qanûnên cîbicîkar hatin kirin. Li aliyê din mafê rojnameger û saziyên çapemeniyê heye ku bi berdewamî agahiyan bixwazin û bistînin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em careke din tekez dikin ku li herêmê sîstemeke dadwerî ya azad û serbixwe ji bo parastin û misogerkirina bêalîbûna dadgehan heye û li ser vê mijarê helwesta xwe diyar dike."
Hat gotin ku dadweriya Herêma Kurdistanê garantiya pêkanîna dadmendî ya yasayên navxweyî û pabendbûna bi prensîbên navdewletî dike.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku kuştina namûsê li Herêma Kurdistanê bi cezayê heta hetayî tê cezakirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, "Di vê çarçoveyê de Parlamentoya Kurdistanê yasaya jimare 3 ya sala 2015ê pesend kir û bendên madeya 40 ya yasaya cezayên Iraqê rawestand."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin