Daxuyaniya Rûsyayê li ser Herêma Kurdistanê û Rojava

21 September 2024 15:13 0 dîtin
Daxuyaniya Rûsyayê li ser Herêma Kurdistanê û Rojava

PeyamaKurd – Zaharova der barê Rêveberiya Xweser a Rojava de got, “Ev rêveberî ji aliyê hikûmeta fermî ve nehat naskirin. "Tevî vê yekê nûnerên me bi awayekî aktîf hewl didin ku di navbera Şamê û rêveberiya xweser de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê diyalogê bikin."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di çarçoveya Foruma Jinan a Avrasyayê de ku li St. Petersburgê li dar ket, civîna çapemeniyê pêk anî.

Zaharova got, "Em Herêma Kurdistanê weke beşek ji dewleta Iraqê dibînin û têkiliyên me yên dostane bi Herêma Kurdistanê re hene. Pêşxistina têkiliyan ji bo her du aliyan girîng e."

Daxuyaniya Rojava ji Rûsyayê

Zaharova behsa têkiliyên Rûsyayê yên bi hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojava re kir. Berdevk wiha got: “Rûsya têkiliyên xwe bi Sûriyê û hikûmeta wê re didomîne. Ev têkilî ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye naskirin û qebûlkirin."

Derbarê Rêveberiya Xweser a Rojava de jî Zaharova diyar kir ku ew di bin kontrola Rojavayê Kurdistanê de ku piraniya wê Kurd in û hin herêmên Bakurê Sûriyê ye û wiha got:

"Vê rêveberiyê bi awayekî yekalî hin caran ragihand ku êrîşeke terorîstî ya navneteweyî ya tund li ser Sûriyeyê pêk tê, ku Şam herêm ji dest dide û Sûriyeyî bi dagirkirina hêzên biyanî re rû bi rû dimînin."

Di şerê navxweyî yê ku piştî xwepêşandanên li dijî Beşar Esed di sala 2011an de derketibû û ev 13 sal in berdewam dike, Rûsyayê piştgirî da hikûmeta Sûriyeyê. Di vî şerî de zêdetirî nîv mîlyon mirov hatin kuştin û nîvê welat koçber bûn.

Di sala 2015an de hêzên Kurdistanî yên li Rojava û hêzên Ereb ên hevalbend di bin navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn yek ji bo parastina herêma xwe.

Zaharova derbarê Rêveberiya Xweser a Rojava de got, “Ev rêveberî ji aliyê hikûmeta fermî ve nehat naskirin. Tevî vê yekê nûnerên me bi awayekî aktîf hewl didin ku di navbera Şamê û rêveberiya xweser de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê diyalogê bikin."