Balyozê Gistî yê Brîtanya: Herêma Kurdistanê di warê besdariya jinan di siyasetê de gelek pês de ye
PeyamaKurd – Balyoza Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosie Cave jî ragihand ku Herêma Kurdistanê di warê beşdariya jinan di siyaset û warên din de gelek li pêş e.
Balyoza Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosie Cave ku bi boneya roja cîhanî ya jinên dîplomatîk mêvanê bernameya “Beyanî24” a K24ê bû, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku zêdetir piştevaniyê ji bo zêdekirina rol û bandora jinan bike.
Cave got, “Li Herêma Kurdistanê dîtina rêveberên jin di warên siyasî, bazirganî, firotin, werzîş, medya û civaka sivîl de gelekî girîng e. Min bi xwe bi dehan jinên jêhatî dîtin, "wê got.
Cave diyar kir, divê hikûmet piştgiriya xwe ya ji bo jinan zêde bike û got, "Divê jin jî zêdetir bixebitin û hunera xwe pêş bixin."
Balyoza Giştî Cave diyar kir, ew kêfxweş in ku Herêma Kurdistanê di beşdariya jinan di siyaset û warên din de gelek li pêş e û di her warî de roleke bibandor digre ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin